|
FUAT AKPINAR |
ALMANYA 22.05.2003
|
|
|
|
Î
Malxirabino! ma we ew çend wext nîne,
hon ko ji bo hînbûna zmanê biyaniyan bi salan ve
xebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin
«fînfoneke»
derewin bi
lêv bikin.
Kuro eyb e, şerm e, fehit e. An hini zmanê xwe bibin, an
mebêjin em Kurd in. Bê zman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet
e, ji me re rûreşîke girane.
Pesn û şabaş
û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivisandina
zmanê xwe bûne û bi vî awayî mitta xwe xistine bêrîka
xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine.
Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi
zmanên din dizanin bixwînin, binivîsînin û elfabiya
zmanê xwe hêj nas nakin.
Mîr
CeladetBedir-Xan
HAWAR
Kovara Kurdî Hejmar 27, 15. Nîsan 1941 Şam
Ez
Bedrettin Dalan nas nakim û nizanim ji kûderê ye, lawê
kê ye û ev eleqederî min jî nake. Ew di salên 1980’î de
di saya Turgut Özal de navdar bû, di wan salan de
hilbijartina şaredariya Stenbolê qezenç kir. Ew çend
salan bû şaredar û tê gotin, ku gelek xizmetên baş jî ji
Stenbolê re kirin, lê li hêla din gelek talankarî jî
kir. Demekê Tirkan jê re digotin “Dalan eşittir
talan” (Dalan wek talanê ye).
Xanima Nuriye Akman, rojnamegera Tirkan, di roja
18.05.2003an de di rojnameya Zaman de heypevînek bi
Bedrettin Dalan re çêkiriye.
Nizanim Bedrettin Dalan bi çi aqilî kar dike, gava di vê
heypeyvînê de qala zimanê Kurdî dike? Ew zimanê kurdî
biçûk dixe, înkar dike û dibêje:
Zimanê Kurdî ji 600 gotinan derbas nabe û kesên ku
çewtiya vî tiştî angaşt dikin jî (yek ji wan kesan Yaşar
Kemal e) heke tiştekî din îdîa bikin, ji wan re hodrî
meydan! Eger ew bikaribin bi 30 hezar gotin romaneke bi
Kurdî binivîsînin, mesref û weşandina romanê ayidî min
e.
Bedrettin Dalan dibêje, diya min û bavê min Kurd in, ew
gava ji min hêrs dibûn û dê li min bixistana, di nava
gotinên xwe de bi zimanê tirkî dipeyivîn; û wisa angaş
dike, ku zimanê kurdî tune ye, ew zimanê jêre “zimanê
kurdî” dibêjin, zimanê Farisî ye.
Bedrettin Dalan dibêje, kesên kurdîtiyê dikin (yanê ji
bo netewa Kurd kar û xebatê dikin), ez wan wek birayên
xwe xebûl nakim. Ew van gotinan ji bo Kendal Nezan
dibêje, ji ber ku Kendal Nezan Ferhenga xwe panzdeh sal
berê diyarî wî kiriye û di nivîsa xwe de jêre gotiye:
“Sevgili Kürt kardeşim” (birayê min ê Kurd yê delal.)
Ka
bila ehmeqên wek Bedrettin Dalan ji Kurdan bipirsin, ku
ew jî ji hêla xwe ve, wî wek birayê xwe xebûl dikin yan
na?
Ez
bawer dikim, Kurdek welatparêz di vê cîhanê de nîne, ku
mirovên noker yên wek Bedrettin Dalan ji xwe re wek bira
xebûl bike. Bila ew jî vî tiştî baş bizanibe.
Gelo cahîl û ehmeqên wek Bedrettin Dalan di jîyana xwe
de navê Ahmedê Xanî, Melayê Cezirî, Cigerxwîn, Qanatê
Kurdo, Malbata Bedirxan û hwd. bihîstine û kerem kirine,
ku pirtûkên wan bixwînin.
Ez
bawer dikim Bedrettin Dalan, ne dîroka bav û kalên xwe û
ne jî dîroka Tirkan dizane. Tenê ew devê xwe vala nahêle
û xwe tiştek hêsab dike.
Gelo cahîl û belengazên wek Bedrettin Dalan derheqê
Îranê û zimanê Farisî çiqas fêhm dikin?. Gelo ew dizane
li Îranê radiyo û Televîzyonên bi kurdî hene yan na?.
Heke cidahiya Zimanê Kurdî ji Zimanê Farisî tune ba,
çima dê li Îranê ji bo Kurdan radyo û Televîziyon
hebûna?.
Eger Bedrettin Dalan di pirsa Zimanê Kurdî de wisa jîr û
jêhatî ye û xwe baqil dihesibîne, bila bersiva van
pirsan bide.
Tirk gava bi navê ilmê li ser zimanê kurdî lêkolînan
çêdikin, diherin bi Kurdên Mereş an jî bi Kurdên
Meletiyê re û yan jî bi rûniştivanên bajarên kurdan yên
nêzîkî sînorên tirkan re diaxivin. Ji ber ku ew kurdên
nêzîkî sînorên Tirkiyê ne, wan ji polîtîkaya
asîmîlasiyona Tirkan zêdetir nesîbên xwe girtine û ne
sûcê wan e, ku ew baş nizanin bi kurdî biaxibin û dema
dipeyivin gelek gotinên tirkî dikin nava zimanê kurdî.
Armanca dewleta Tirk ji destpêka hebûna Komara xwe heta
niha eşere ye, ku ew naxwazin, Zimanê Kurdî qebûl bikin,
ew hergav bi tiştên biçûk înkariya zimanê Kurdî dikin.
Dema mirov li dîrokê dinêre, têde wê rastiyê dibîne, ku
dewleta Tirk li dijî Zimanê Kurdî siyaseteke dijwar û bê
perwa ajotiye; û asîmîlasyoneke nijanperest pêk aniye.
Bi
rastî ez pir bi şanazî (îftîxar) dibêjim, ku tevî wan
êriş û dijwariyan jî dîsa gelê Kurd zimanê me yê şêrîn û
delal di binê ewqas zor û pestanê de li ser pêyan
hîştiye û heya vê rojê aniye.
Ez
nizanim, Tirk û nokerên wan yên wek Bedrettin Dalan ji
kûderê wî mafî û wê cesaretê di xwe de dibînin, ku êrişî
zimanê kurdî û înkariya zimanê kurdî bikin. Ew bi vê
yekê dijminahî, dijîtî, bêrêzgirtinî, bêedebî, bêehlaqî
û înkariya gelê Kurd û Zimanê kurdî dikin, lê li aliyê
din, bi van kiryaran ji bilî nefreta gelê Kurd tu
tiştekî qezenç nakin.
Mirovekî ku dêya wî û bavê wî Kurd be, an jî ji kîjan
miletî dibe bila bibe, gel an jî kesên xwe û zimanê xwe
înkar bikin û biçûk bixin, ew ancax dikarin wek nokeran
ji xelkê re, ji biyaniyan re koletiyê bikin. Mirovekî
wek Bedrettin Dalan bê rûmet û bê asil be, bi mîlyonan
jî hebin, di cîhanê de bi kêra tu tiştekî nayên.
Eger Tirk angaşt dikin, ku zimanê kurdî tune ye, çima ji
sibê hetanî êvarê pêda ketine, dijminahiya zimanê kurdî
dikin û dibêjin zimanê kurdî tune ye. Tiştek tune be, ji
xwe ne hewce ye ku mirov qala wî bike û jê bitirse.
Ez bawer
nakim, di cîhanê de mînak din hebe, ku kesên wek
Bedrettin Dalan, Kamran Înan û yên din, netewa xwe û
hebûna xwe înkar bikin û bibin nokerên xelkê.
Kemalîzmê kesên mîna Bedrettin Dalan û Kamran Înan
kirine rewşeke wisa, ku ew êdî nikarin jê derên.
Dewleta Tirk û Kalê wan, di pê qirkirina Dersimê re,
vegeriyan dora Kurdên ji Seyîd Riza re îxanetî kiribûn.
Van îxanetçiyan ji Kalê Tirkan tika kir, ku bila ew
neyên kuştin. Kalê Tirkan ji wan re dibêje:
Kesên bi miletê xwe û netewa xwe îxanetiyên bikin, ew bi
kêrî me nayên û em bi wan bawer nakin; ewê rojekê bi me
re jî îxanetiyê bikin, loma wan kesên ku bi Seyîd Rizayê
nemir re îxanetî kiribûn, hemûyan dide ber guleyan û
dikuje.
Ji
ber ku Tirkan zilm û zordaryên wisan mezin li me Kurdan
kirine û her dem bi çavê nebaşiyê li Kurdan dinêrin, êdî
ava me û wan di cohekî de naçe.
Kurd ji Tirkan re çiqas jî kar bikin û ji wan re
nokeriyê bikin, dê rojekê aqîbeta ku hate serê wan
îxanetçiyên Kurd yên bi Şêx Seîd û Seyîd Riza re îxanetî
kirin, were serê wan jî.
Kurd xwe ji Tirkan re bikin pire jî, bi kêrî wan nayên;
ew li ber çavê wan ne baş in û cudaker in (bölücü).
Bingeha zimanê Tirkan tune ye û wan ji zimanên beyaniyan
ji xwe re zimanek çêkirin û niha jî zimanê me înkar
dikin.
Ez
di dawiya sala 2001ê de bi komeke Alman re çûme Urdinê.
Rehberê me Ereb bû û wî li ser dîroka Osmaniyan ji me re
qala barbarî û talaniya Tirkan dikir û di dawiyê de wiha
got:
Tirkan li ser me 600 salî zilm û zordarî kir û gava ji
welatên me cehnimîn çûn, 20 hezar gotinên me jî ji me
dizîn û bi xwe re birin.
Birêz Yaşar Kemal nivîskarekî navdar û bi rûmet e.
Hurmeta min jêre bê sînor e. Lê pir mixabin ewî wek
nivîskarekî navdar di nava Tirkiyê de û di qada
navnetewî de di pirsa Kurd û Kurdistanê de rola xwe baş
nelîstiye.
Ez baş dizanim, ku ew Kurdî dizane û eger, wî bixwesta
heta niha dikaribû Kurdiya xwe pêşde bibe û bi zimanê
Kurdî jî pirtûkan binivîsîne. Wê çaxê zimanê ehmeq û
nokerên wek Bedrettin Dalan li ser wî û li ser me dirêj
nedibû.
Eger berêz Yaşar Kemal bi bîr û bawer û bi cesaret pirsa
Kurd û Kurdistanê biparêza, wî dikaribû di cîhanê de jî
pir kes di pirsa Kurdan de îqna bikira û di mijara
çareserkirinê de roleke mezin bilîsta. Ew hên li jiyanê
ye û xwedê temenekî pir dirêj bidiyê.
Tika min girîn ji wî ew e, ku jêre ne hêsan be jî bila
bi zimanê Kurdî pirtûkekê binivîsîne û di pirsa Kurd û
Kurdistanê de bi cesaret be, giranahî û mezinahiya xwe
rayê me xortên Kurdan jî bide. |