|
Fuat
Akpinar
Email: akpinar@t-online.de
Almanya
14.05.2003
Dema
îlankirina serxwebûna dewleta Başûrê Kurdistanê ye an,
na?. Gelo serxwebûna Kurdistanê îlan bibe, dewletên der
û dorê dê çi bikin? Dê ji me re tengasiyan derxin, êriş
bikin Kurdistanê û pêşiya tevgera me bigirin an, na?
Dewletên din ê di pirsa Kurdistanê de alîkariya me ya
siyasî bikin an, na? Û gelo em di sedsala bîst û yekê de
êdî li ser serxwebûna Kurdistanê û ew dê çêbibe an na,
an jî em îlan bikin an, na dipeyivin? Ev pirsên han ji
bo me hemû kurdan li her çar perçên Kurdistanê pirsine
pir sirûştî ne.
Ez bawer
dikim, pirs ne ew e, ku dem,- dema îlankirina serxwebûna
Kurdistanê ye an, na? Pirsa her mezin ji bo me kurdan bi
taybetî program û konsepteke baş e!.
Bi bîr û
baweriya min, min jî nedizanîbû û tu kesî jî ne dizanîbû
ku demên dawîn ji bo me kurdan dê wisa zû û pozîtîv
bigerin, loma ne hewce ye, ku em êdî li ser van tiştan
zêde bisekinin. Tiştê niha ji me kurdan re herî girîng
wek min li jorê got program û konsepteke baş e. Wekî din
- bi baweriya min - serxwebûna Kuristanê ji bo me kurdan
hatiye ber derî û li hêviya me û cesareta me sekiniye.
Lê em gava ji îro şûnde hên li ser van pirsana bifikirin
û bêjin dem hatiye an,- na?, emê pir demên vala derbas
bikin.
Ez di wî
baweriyê de me, ku divêt hazirî ji bona îlankirina
Serxwebûna Kurdistanê bêye kirin. Ev jî heqê meye, tu
kes ji me re nikare ji îro şûnde bêje, hûn çima tiştekî
wisa dixwazin an jî dikin. Ewên bêjin , na û serên xwe
li der û dora bixin, ne xêrxwaz in.
Kurd êdî
quweteke mezin in û dikarin roleke pir girîng bilîzin.
Başûrê Kurdistanê dikare ji îro şûnde ji geostratejiya
xwe baştir îstîfade bike.
Siyaset
berî her tiştî bi zanebûn, dîplomasî û cesaretê dimeşe.
Siyaseta ku cesareta wê tune be, jixwe ew siyaset ji duh
de mahkum bûye û tenê dikare ji hember de bi tirs
binêre.
Belê rast e
divê mirov di pirsan de, bi taybetî pirsa serxwebûna
Kurdistanê de, objektîv be û wisa jî tevbigere. Lê belê
divê programa mirov bi daxwaz û dîtinên gel be.
Vîna
(îrade) gelan pir girîng e û di ser her tiştî re ye.
Yanê vîna (îrade) gel di ser her partî û di ser her
serok û rayadarên dewlet û miletan re ye. Mirov nikare
keda partî û rêxistinan înkar bike, lê belê divê partî û
rêxistin jî bizanin, ew di saya gel de dikarin li ser
piyan bimînin.
Niha li
Iraqê rewş ber bi avakirina siyasî û civakî dimeşe, gelê
kurd û yên din hêdî, hêdî birînên xwe derman dikin û
rewş baş tê xuyakirin. Dê di pêşerojê de hukumetek bê
avakirin. Lê em hê nizanin dê ji kurdan re di dawiyê de
çi derêkeve holê?.
Çi dibe
bila bibe, eger ew di nava Iraqê de bimînin û ji aliyê
navneteweyî de neyên naskirin û pejirandin, wê çaxê ji
me kurdan re garantiyeke sedî sed nîne.
Gava Kurd
di nava Iraqê de bimînin û dewleteke federal bêye
avakirin û di raya giştî de jî bêye naskirin, dîsa jî
garantî tuneye, ku paşê hukumetên li Iraqê werin ser
text ji kurdan re tengasiyan dernexin, mafên ku ji
kurdan re hatiye dayîn şûnde neyên girtin û êrişî başûrê
Kurdistanê neyê kirin.
Em Kurd
mecbûr in îro van pirsan, pirs bikin, ji ber ku
mentalîta dewletên ku Kurdistan dagirkirine mentalîteke
ne demokratîk e. Li Rojhilata Navîn hemû dewlet bi
dîktatorî têne îdarekirin. Ne tenê dewlet, lê belê
pêşengên (elîtên) gelên Rojhilata Navîn jî bi giştî di
pirsa Kurdistanê de pir teng difikirin û mentalîta wan
ya demokrasiyê tuneye.
Em Kurd soz
û peymanên dagirkeran baş dizanin. Di Rojhilata Navîn de
dewleteke ku mirov di pirsa kurd û Kurdistanê de bi soz
û peymanên wan baweriya xwe bîne tuneye. Di dawiya soz û
peymanên wan de jenosîd, qirkirin, talanî, înkarî û
barbarî heye. Ev jî ne bi dizî ye, eşkereye û diya-alem
jî baş dizane.
Kurd çiqas
jî bi niyeta xwe ya baş û durist qala biratî û dostaniya
gelan bike, ev di piratîkê de li Tirkiyê, Îranê, Iraqê û
Sûriyê wisa nîne. Em bixwezin an jî nexwezin, ji destê
zilma zordaran di nava gelê kurd û gelên din de
dijminahî heye û dijminahiyeke kûr e.
Divê Kurd
ji niha de tedbîrên xwe yên serxwebûna Kurdistanê
bigirin. Kurd ancax dikarin di Kurdistaneke Serbixwe de
bê tirs û bi garantî di welatê xwe de bijîn. Wek din dê
her demê pirsgirêk û astengî di nava Kurd, Tirk, Ereb û
Farisan de hebe. Dê her dem tirs hebe, ku dagirker li
dijî me tawanbariyên mezin bikin.
Niha di
destpêkê de tiştên herî mihîm li Iraqê avakirina
zagoneke bingehîn û demokratîk e û têde garantî ji
kurdan re hebe. Dema Amerîka jî vê zagona bingehîn
bipejirîne, wê çaxê ji kurdan re di qada navneteweyî de
rola statuyekê çêdibe û ew ji bo pêşerojê garantiyek e
jî.
Di pirsa
olî (dînî) de li Iraqê û Kurdistanê divê PDK û YNK rola
xwe baş bilîzin û bila pirsa olî û ya dewletê ji hev
cida be. Heta bandora olî li ser dewletekê hebe, ew
dewlet ji tengasiyan û şaşiyan xelas nabe. Welatê ku di
nava dewletê de tiliya olî hebe, ew dewlet nikare bibe
dewleteke demokrat.
Polîtîk li
ser bingeha berjewendiyên hevbeş dimeşe. Divê polîtîkeke
baş di dema xwe de ji bo berjewendiyên gel rola xwe
bilîze û ji qelsiyên dijminan baş îsîfade bê kirin.
Niha rewş
wisane ku Iraq pir qels bûye, divê Kurd ji qelsiya wan
baş îsîfade bikin û bi Amerîka re têkiliyên xwe pêşde
bibin û çima,- îmkan ji bona îlankirina serxwebûna
Kurdistanê li Başûr tinebe?.
DYA niha li
Iraqê Paul Bremer anî dewsa Jay Garner û hêdî, hêdî ber
bi riya siyaseta Colin Powell dimeşe û tê gotin ku
Polonya bibe desthilatdara Kurdistanê. Eger ne mumkun be
Kurd pêşiya girtina desthilatên DYA an jî Polonya
bigirin û ne mumkun be bi serên xwe Kurdistanê di vî
demê de îdare bikin, wê çaxê baweriya min desthilatiya
Polonya ji ya Amerîka çêtir û baştir e, ji ber ku
Polonya welatekî Ewropayê ye û wê çaxê Ewropa jî dîrekt
an jî îndîrekt di nava pirsgirêka Kurdistan û Iraqê de
ye, û li aliyê din, dê ji Tirkan re pir zor be, ku bi
Polonya daxwaz û gotinên xwe bidin xebûlkirin.
Hewceye ku
ez li vir çend gotinan li ser rola Polonya bêjim. Pir
kes bawer dikin ku çima Polonya 200 leşkerên xwe yên bi
taybet şand şerê Iraqê, loma Amerîka rolek wiha baş di
qada navnetewî de daye Polonya û Polonya bi vî awayî
xelat dike. Raste ku Amerîka ji bona van tiştan qîmeteke
mezin dide Polonya, lê belê li aliyê din pirsgirêk ne
tenê şandina leşkerên Polonya ji bo şerê Iraqê bû.
Polonya ji aliyê îstixbaratê de gelek alîkariya Amerîka
kir. Ji ber ku Polonya di dema Pakta Warşovayê de bi
rejima Baas re û bi mixaberata Iraqê re têkiliyên wan
yên baş û xurt hebûn û ew înformasyonên wan yên di
derheqê îstixbarata Iraqê de dan Amerîka. Niha rola
Polonya di navbera Amerîka û UNO de bûye stratejiyek wek
kevir ji bona tevgera manewrayê.
Wek tê
zanîn, beriya şerê Iraqê û di dema şer de Almanya û hin
welatên din li dijî şer derketin û rayedarên Amerîka
Ewropa rexne kirin û pirsa ”Ewropa kevin” avêtin holê.
Ez bawer dikim ne tenê ”Ewropa kevin” em dikarin qala
”Amerîka kevin” jî bikin, ji ber ku Amerîka di pirsa
gelê kur de êdî ne wek berê difikire û hêviya min ew e
ku Amerîka careke din bi gelê kurd re îxanetiyê neke.
Amerîka
şerê dijî Sedam, ne tenê bi çek û sîlahan û teknolojiyê,
bi telekominîkasyonê, bi taybetî bi e-mailan jî qezenç
kir. Ji ber ku di dema şer de herroj ji General û
Subayên mezin re bi dehan û sedan e-mail dişandin û ew
dikirin bin pîskolojîyek xerab, loma ev şer zû bi ser
ket.
Dinya-alem
niha di pirsa Iraqê de hişyare û li wê derê çi dibe di
heman demê de li seranserê cîhanê belav dibe û eger kurd
serxwebûna xwe îlan bikin dê ne mumkun be dewletên
derdorê êriş bikin başûrê Kurdistanê û wek berê çi
bixwezin bi kurdan bikin.
Di navbera
Tirkiyê û Amerîka de nakokî û pirsgirêkên pir mezin hene
û roj bi roj eşkere dibe û ber xerabiyê ve dihere.
Heypevîna rojnamegerê navdar M. Ali Bîrand bi rayedarên
Amerîka, Paul Wolfowitz û Marc Grossman re jî baş nîşan
dide, ku nakokiya di navbera wan de pir mezin e. M. Ali
Birand di nivîsên xwe yên di 7, 8 û 9. Gulanê de li ser
vê babetê pir berbifireh disekine û di nivîsa xwe ya di
9. Gulanê de bi awayekî dijwar rexnan li hukumeta AKP di
pirsa teskerê û bazariya di navbera Amerîka û Tirkiyê de
û hwd. dike û wiha dibêje: ”Em ji ser kerê de ketin û
niha li xwe werqilîn”
(Eşekten düştük yeni farkına varıyoruz)
Girîng e em
Kurd bizanibin ji van tiştan baş îstîfade bikin, di qada
navnetewî de ji xwe re dostan zêde bikin û rola
geostratejiya Kurdistanê baş bidin naskirin.
Tu kes
nikare garantî bide ku çend salên din şûnde rewş dê ji
kurdan re baş be, an, na? Ez bawer dikim bersivdayîna,
vê pirsê pir zore.
Li aliyê
din ne belûye ku di hilbijartina ku li Amerîka çêbe,
Georg W. Bush vê carê jî di hilbijartinan de bi ser
bikeve. Gelo desthilatiya demokratan di pirsa kurd û
Kurdistanê de dê vê carê çawa be? û partiya demokratan
vê carê bi kîjan fabrîqên aqil û fikir re (Enstitutên
siyasî) bixebite em nizanin û nikarin niha bersiva van
pirsan jî bidin.
Bi bîr û
baweriya min, vê carê Georg W. Bush dê di hilbijartinan
de li Amerîka bi ser nekeve, ji ber ku li Amerîka ji
niha de gelek pirsgirêkên aborî hene. Yanê her çiqas jî
Bush dixwaze şerê Iraqê ji xwe re di hilbijartinan de
bike malzeme, dê dîsa jî bi ser nekeve.
Eger DYA
dixwaze demeke dûr û dirêj li Rojhilata Navîn de bimîne
û li wê derê demokrasiyeke xurt bide avakirin û daku
aşîtî di nava gelên Rojhilata Navîn de çêbe û bi taybetî
peymanên aşîtî di navbera dewletên Ereb û Îsraîl de
çêbe, hewceya wan jî bi Kurdistaneke serbixwe heye.
Ew
argûmanên dewlet û rayadarên di raya giştî de û kesên
dibêjin Kurd ne yek in û di navbera wan de pirsgirêk
hene û Kurd nikarin yekîtiya xwe ava bikin û hwd, bi bîr
û baweriya min, rastiyê nabêjin, bi realîte tevnagerin û
gotinên wiha jî pir pilakatîv in, ji ber ku ne di
navbera gelê Kurd de, di navbera partiyên kurdan de
pirsgirêk hene. Mirov dikare bi taybetî bêje di navbera
serokên partiyên kurdan de pirsgirêk hene, loma heta
niha yekîtiyeke xurt di navbera partiyên kurdan de li
Başûr, Bakur, Rojhilat û Başûrê biçûk çênebûye.
Pirsgirêk
di navbera gelê kurd de li her çar perçên Kurdistanê
tune û gelê kurd pir baş dizane ku çi? ji bo xwe
dixwaze!. Daxwaz û ramanên gelê kurd pir eşkere ne. Gelê
kurd Kurdistaneke serbixwe, azad û demokratîk dixweze.
Tu partî û
rêxistineke Kurdistan nikare niha bersivê bide vê
daxwaza gelê kurd. Problem divirdeye. Di dinyayê de her
dewlet û partiyên wan bi dîtin û daxwazên gelên xwe
tevdigerin. Çima partî û rêxistinên kurdan wisa
tevnagerin?
Gava qala
dewleteke serbixwe ji bo Kurdistan tê kirin, herkes
dibêje ev ne realîte ye. Gelo ew dewlet an jî kesên
dibêjin Kurdistaneke serbixwe ne realîteye, ew ji
realîtê çiqas fêhm dikin? Û bi xwe çiqas realîst in?
Realîte gelê kurd e!, gelê kurd çi bixweze realîte ew e!
Kesên raya gelê kurd li ber çav nebîne û negire, realîtê
nasnake, tenê di kêleka realîtê re derbas dibe. Tu hêz û
quwet êdî nikare daxwazên gelê kurd li ber çavan negire.
Ew dewletên
Kurdistan dagirkirine çima pirsa gelê kurd heta niha
çareser nekirine û nakin?
Ji ber ku
mentalîte û kevneşopiya wan ya demokrasiyê tuneye, loma
ditirsin.
Ji ber ku
bi salane ji gelên xwe re di pirsa kurd û Kurdistanê de
derew kirin û dek û dolab gerandine, loma ditirsin û
naxwazin seltanata wan hilweşe, loma ew dijminên
demokrasiyê ne.
Rewşa
cîhanê êdî hatiye guhertin û ev ji dema şerê Iraqê vir
de pir eşkere bû. Kurd jî mecbûr in xwe li gorî demê
amade bikin û bi dîtin û ramanên gelê kurd tevbigerin.
Eger partiyên kurdan di partîkê de li gorî daxwaz û
dîtinên gelê kurd tevnegerin, wî çaxî dê ji partiyên
kurdan re yên niha hene pir zorbe xwe di pêşerojê de di
nava gelê kurd de bidin qebûlkirin.
Ji ber ku
hemû partî û rêxistinên kurdan pirsa serxwebûna
Kurdistanê ji programa xwe derxistine, loma wê ji wan re
zor be. Dibe ku partiyek an dudu di programa xwe de qala
serxwebûna Kurdistanê bikin, lê pir mixabin ew partî jî,
ji ber ku ji zû de hene û heta niha pêşde neçûne û xwe
ji îdeolojiyên biyanî xelas nekirine, bi realîte
tevnegeriyane û di nava gel de pêşde neçûne, ji îro pêve
dê ji wan re jî pir zor be programa xwe bi gelê kurd
bidin xebûlkirin.
Gava
dewletên dagirker hazir bûn ku bi me re di pirsa
Kurdistanê de biaxivin, wê çaxê bazarî dest pê dike û kî
baqil û jêhatî be dê serbikeve û wê çaxê mirov dikare li
ser daxwazên maksîmûm û mînîmûm bisekine. Belê divê
mirov bi daxwazên xwe jî realîst be, lê li aliyê din
girîng e, ku daxwazên partiyên kurdan pir zelal û vekirî
bin û gel jî bizane partiyên kurdan çi dixwazin.
Lê mirov
nikare rewşa Başûr û perçên din niha wek hev bibîne. Ji
ber ku li Başûr rewş ne wek perçên Kurdistanê yên din e
û kurdên Başûr serê gelê kurd bi gotinên wala tijî
nekirine, li gor rewşa xwe tevgeriyane û neketine nava
şaşiyên mezin û kopîkirina îdeolojîyan nekirine.
Eger kurdên
Bakur xwe (ev gotin ne ji hemû partiyan re ye) ji bin
bandora qaşo çepên Tirkan û xwe ji bin bandora
îdeolojiya Kemalîzmê, û ji gotinên antî Amerîka, Antî
Îsraîl û hwd. xelas bikin û baweriya xwe bi gelê kurd
bînin, dê serxwebûna Kurdistanê ji me kurda re di
pêşerojê de ne zorbe.
Ew Kurdên
îdeolojiya Kemalîzmê û şêweyên Kemalîzmê diparêzin û di
bin bandora wan de ne, divê ne bi qirnaziyan û gundîtî,
lê bi siyaseteke durist û raste rast ji gelê kurd re
bêjin, ew çi dixwezin.
Bila ew jî
baş bizanin gelê kurd tucarî Kemalîzimê xebûl nake û ji
wan re nabe kole.
Piraniya
rewşenbîrên kurd pir belengaz in û pir mixabin, an xwe
kirine bin bandora îdeolojîyan û yan jî di bin tesîra
kesên ji siyasetê fêhm nakin de mane û yan jî navên xwe
kirine rewşenbîr. Rewşenbîrtî di nava gelekî de
mertebeyeke pir bilind û mezine. Bi baweriya min
rewşenbîrî ronahî ye, rastî ye, zanebûne, duristî ye, ji
her fikrê re vekirî ye û bi taybetî realîste, ango li
gor rewşa gel û welatê xwe tevdigere. Ne fedî ye ku
mirov di partî û rêxistinan de kar bike, lê tiştê herî
fedî û şerm ew e, ku mirov rastiyê nebîne û realîtan
înkar bike.
Hinek partî
û kesên ji xwe re dibêjin em rewşenbîrên kurdan in, hê
negihîştîne, ji siyaseta cîhanê fêhmnekirine, tenê wek
nêçîrvanan di pûsiyê de li ber nêçîrê sekinîne û li
hêviya şaşiyên partiyên din yên kurdan sekinîne, ku ew
ji şaşiyên partiyên din îstîfade bikin, jixwe re wek
malzeme pê siyasetê bikin û bi vî awayî siyaseta xwe
bimeşînin. Ji ber ku partî û kesên wisa bi vî awayî
difikirin û li pê hesabên pir biçûk in, loma pêşde
neçûne, xwe bi gelê kurd nedane xebûl kirin û bi ser
neketine. Mirov dikare her tiştî rexne bike. Tiştê herî
muhîm di vir de niyet e. Eger partî û rêxistinên kurdan
bi niyeteke baş li pirsa yekîtiyê binêrin, hevdû qebûl
bikin û bixwezin diyalog di navbera wan de berdewam be,
wê çaxê divê bi gotinên xwe bi hev re nerm bin, heriyê
neavêjin hevdû, ji hevdû re çêran nekin û agir gur
nekin, bi zimanekî nerm ji hevdû gilî û gazinên xwe
bikin. Gava mirov tiştên xerab ji hevdû re bêje, dilê
hevdû bişkîne û di tevgera xwe de ne durist be, wê çaxê
mirov di gotinên xwe de çiqas jî baş be, bi hevdû nikare
bide xebûl kirin. Pir mixabin qanûn û biryarên dinyayê
wisa ne.
Pir mihîme
ku ez li vir tiştekî aktuel bêjim. Em çend rewşenbîr, me
Bangewaziyek ji bo yekgirtina hemû hêz û rêxistinên
niştimanperwer li seranserê Kurdistan kir û armanca me
ewe, ku hemû partî û rêxistinên kurdan û bi taybetî
partiyên mezin werin cem hev û di vê dema baş de
yekîtiyekê di nava hevde çêbikin û bila êdî şaşî û
nebaşî ji nava partiyên kurdan rabin. Lê pir mixabin hên
hinek rewşenbîr dibêjin çima bangewazî ji KADEK ê re
çêbûye, em qebûl nakin. Ev mantiq ji bona rewşenbîran
gelekî mantiqeke şaşe. Niha em qebûl bikin an jî qebûl
nekin û em jê hez bikin an jî hez nekin, KADEK heye an
na? Rola wê di tevgera Kurdistanê de heye an na? Yanê
realîteye an na? Mirov nikare wisa çav kor be û
realîteyê înkar bike an jî di kêleka realîtê re derbas
bibe.
Siyaset ji
bona çav û rûyan nameşe. Siyaset navê wê li sere,
siyasete. Yan em realîteyan qebûl û nasdikin an jî heqê
me nîne em gelê xwe bi gotinên rewşenbîriyê û
welatparêziyê bixapînin.
Kesên bixwazin
alîkariya vê Bangawaziyê bikin, dikarin di malpera PEN’a
Kurd de bixwînin û bi riya e-mailê piştgiriyê bikin.
Adresa malpera kurd ev e-: http://www.pen-kurd.org
Nîşe (Not):
Bang û tika
(rica) min ew e ku kesên vê gotara min bixwînin bi
kurtayî dîtin û ramanên xwe ji min re binivîsin e, ezê
pir kêfxweş bim. Mirov nikare di gotarekê de bersiva her
tiştî bide, hêviya min ew e, ku her xwendevan û
rewşenbîr, nivîskar û hwd. keda xwe têke nava vê babetê
û bîr û baweriyên xwe binivîsîn e. |