Free Web Hosting by Netfirms
Web Hosting by Netfirms | Free Domain Names by Netfirms


 


 


 

HELBESTA KERKÛKÊ

FUAT AKPINAR

mailto:akpinar@t-online.de

ALMANYA    25.04.2003

 

Ez vî helbesta xwe ji bo bîranîna sedsaliya Mele Mistefa Barzanî yê Mezin ji gelê kurd û Kurdistanê ra diyar dikim.

 

K E R K Û K

 

Bajarê gula biharê

Bajarê bûka biharê

Bajarê şirîn û delalê

Bajarê xweşik û şemalê

Bajarê rindik û xezalê

Bajarê nazik û nazelînê

Bajarê hesreta dilê Kurdistanê

 

Sala du hezar û sisiya meha Nîsanê

Serî rakir rizgar û azad bûyî

Ji destê dijminan xelas bûyî

Êdî kêfa me kurdan bûyî

 

Adare, Nîsane, Newroze, şahiye, pîroze

Tu xelatî bi xêr hatî

Di pê Newrozê ra bi pîroz hatî

Ser seran û ser çavan hatî

 

Emê te bixemilînin bi rengên kesk sor û zer

Êdî tu caran nedin destê dijminên noker û xwînxwar

Li te xwedî derên her roj û her dem

Bi tere ser bilind bin her dem

 

Tu hebûn û malê me yî

Tu roniya çavên me yî

Tu şewqa dilê me yî

Tu rih û canê me yî

 

Kî te bixweze em nadin

Bi zorê be, emê destên wan bişkînin

Wan ji welatê xwe derxînin

Çavên wan birijînin

 

  ev rûpel Hit Counter caran vebuye

 

 
 

   Destpêk  البداية